20 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Kesên xeyal dikin ku rastiya Tirkên Qibrîsê peryeçeyekî gelê Tirk in biguherînin zû yan jî dereng wê fehm bikin ku hewldanên wan badilhewa ne."
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê Erdogan ji bona Cejna Azadî û Aştiyê ya 20ê Tîrmehê ji Serokomarê Komara Tirk ya Qibrîsa Bakur Mustafa Akinci ra peyam şand.
Serokomar Erdogan diyar kir Tirkiyeyê Herekata Aştiyê ya Qibrîsê ji bona parastina heq û menfeetên gelê Tirk yê Qibrîsê kir ku xwediyên hevpar yên Girava Qibrîsê ne û got ku îro jî dinya biryardariya me ya di vê mijarê da dibîne.
Erdogan destnîşan kir bira şik û gumana kesî çênebe ku Artêşa Tirk çawa ji bona ewlehiya Tirkên Qibrîsê hat rojevê 45 sal berê gavên hewce dikirin avêt îro wê xwe nede paş û çi hewce dike, bike.
Serokomar Erdogan diyar kir kesên wisa difikirin ku dewlemendiya girav û herêmê bi tenê aidî wan e wê li hember xwe biryardariya Tirkiyeyê û Komara Tirk ya Qibrîsa Bakur bibînin.
Erdogan destnîşan kir kesên xeyal dikin ku rastiya Tirkên Qibrîsê peryeçeyekî gelê Tirk in biguherînin zû yan jî dereng wê fehm bikin ku hewldanên wan badilhewa ne.