Kenan Irtak
03 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2023
Kesên ji bo wezîfeya hec çûbûn axa pîroz û li wir îbadetên xwe temam kirin, hêdî hêdî vedigerin.
Qafîleya ewil ya ku ji 300 welatiyên Tirkiyeyê yên li dervayî welêt dijîn pêk tê ji Ciddeyê ber bi Stenbolê bi rê ket û gihîşt Balafirgeha Stenbolê.
Ji heciyan hinek vegeriyan welatên ku lê dijîn, jê hinek jî çûn memleketên xwe.
Hecî ji hêla eqrebe û malbatên xwe va hatin pêşwazîkirin.
- "Dîtina Mekkeyê hesteke bêhempa ye"
Semîh Ulkerê ji Almanyayê çû axa pîroz û vegeriya got ew kêfxweş e ku çûye hec.
Ulker got ew cara ewil e diçe hec û wiha axivî: "Min bi dayika xwe ra biryar da û em çûn. Hestên gelekî xweş li me peyda bûn. Gelekî qerebalix bû. Em ewil çûn Medîneyê û paşê jî çûn Mekkeyê. Dîtina Mekkeyê hesteke bêhempa ye."
Nazmiye Ulkera cara duyem e diçe hec jî got ew kêfxweş e ku bi kurê xwe ra çûye.
Gokhan Încî jî got ew di temenekî ciwan da çûye hec û Xwedê nesîbê her kesî bike.
Mert Şener jî anî ziman ku hestên gelek xweş li wî peyda bûne, Xwedê nesîbê kesên ku dixwazin herin hec bike û ew ê here memleketê xwe Amasyayê.