Yıldız Nevin Gündoğmuş
17 Tebax 2022•Rojanekirin: 18 Tebax 2022
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) daxuyand ku Eskerê Bipeyman Enes Gazî Ozdemirê li ser sînorê Şanliurfayê ji ber êrîşa terorîstan birîndar bûbû û rakiribûn nexweşxaneyê li hemberî hemû hewldanan şehîd bû.
Di daxuyaniyê da hat gotin li ser hidûdê Bîrecîk/Şanliurfayê di 16ê Tebaxa 2022yan da ji ber êrîşa terorîstan Eskerê Bipeyman Enes Gazî Ozdemir birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li hemberî hemû hewldanan hevalê me yê çekdar di 17ê Tebaxa 2022yan da şehîd bû. Xwedê rehma xwe li şehîdê me yê ezîz ê ku di vê bûyera em gelekî xemgîn kirin da mir bike, serê malbata wî ya dilsoj, Artêşa Tirkiyeyê û gelê me yê ezîz sax be û Xwedî sebrê bide."