Ekrem Payan
17 Tebax 2022•Rojanekirin: 18 Tebax 2022
Li Uludereya navçeya Şirnexê cesedê xortê ku duh êvarê ji bo hênik bibe ketibû gola bendavê lêbelê wenda bûbû, hat dîtin.
Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Enver Baykir (16) ê ku di Bendava Girê Mûsa ya li gundê Ortabagê da wenda bû, îro dîsa dest pê kirin.
Bi xebata ekîbên Lêgerîn û Xilaskirina Binê Avê ya Şaredariya Cizîrê, AFADa Batman û Şirnexê, Lêgerîn û Xilaskirina Cendirmeyê ya Fermandariya Cendirmeyê Parêzgeha Diyarbekirê va cesedê Baykir hat dîtin.
Cesedê Baykir ê ku bi qasî 300 metre li biniya ciyê ku ket avê hat dîtin, ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Uludereyê.