Muhammet Kurşun
23 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2018
ANKARA
Serkomar Recep Tayyîp Erdogan, di sêyemîn roja Operasyona Çiqlê Zeytûnê de bi rêya vîdeo konferansê digel fermandeyan têkilî danî û agahî wergirtin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Serkomariyê hatin wergirtin, Erdogan piştî pêşwaziyên li Beştepeyê seet 23.00an de derbasî Navenda Kordînasyona Agahiyê ya Dewletê li Kulliyeya Serkomarê bû û der heqê operasyonê de agahî wergirtin.
Erdogan pêşî bi Navenda Herekatê ya li Hatayê ku li Fermandeyiya Duyemîn a Artêşê ye re têkilî danî û agahiyên dawîn ji Fermandeyê Duyemîn ê Artêşê General Îsmaîl Temel Metîn stendin.
Piştre bi fermandeyên li Navenda Herekatê ya li Sererkaniyê re axivî.
Fermandeyan ji Erdogan re ragihandin ku operasyon wek plankirî didome û moralê eskeran baş e, Erdogan jî ji bo unsûrên Artêşê di operasyona dijî terorê de daxwaza serkeftinê kir.
Herwiha digel Waliyên Hatay û Kilîsê jî axivî û der heqê rewşa dawîn de malûmat stendin.