23 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2018
ANKARA
Balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê duh operasyon birin ser herêma Zapê ya li Bakurê Iraqê.
Di operasyonê da cebilxane, kozik û stargehên terorîstên ku dixwestin êrîşî baregehên herêmê û qereqolên ser sînor bikin, hatin îmhekirin.
Serokatiya Sererkaniyê daxuyanî da û ragihand ku li dijî terorîstên dixwestin êrîşî baregehên herêmî û qereqolên ser sînor bikin, operasyona hewayî hat kirin.
Di operasyonê da kozik, cebilxane û stargehên ji hêla mensûbên rêxistinê va dihatin emilandin, hatin berterefkirin.