Sevim Hatun
23 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2018
AGRI
Li Agiriyê minîbêsa ku kapasîteya wê li gor 15 rêwiyan e û tê de 51 qaçax hebûn qelibî, di qezayê de tevî jineke ducanî û 10 jî zarok 33 kes birîndar bûn.
Minîbêsa bi plakaya 47 PA 437 a ku Mehmet O. diajot û tê de 51 koçberên ji Efxanistan û Pakistanê hebûn qelibî.
Di qezayê de yek jê jineke ducanî 10 jî zarok 33 qaçax birîndar bûn. Ajokar Mehmet O. û 18 qaçax jî ji qezayê sax xilas bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên li herêmê. Hat ragihandin ku rewşa du birîndaran giran e. Qaçaxên din jî birin navenda ewlekariyê.