23 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2018
ÎZMIR
Navend Îzmir li 3 parêzgehan 23 berşikên ku hat îdiakirin der heqê Operasyona Çiqlê Zeytûnê da propagandaya rêxistina terorê PYD/PKKyê kirin û xelk teşwîqî derketina ser kolanan kirin, hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê der heqê parvekirinên li ser medyaya civakî yên ku li hemberî Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê derdikevin û herwiha propagandaya rêxistina terorê dikin da lêpirsîn da destpêkirin.
Di encama xebatên Şaxa Dijî Terorê, Şaxa Îstixbaratê û Şaxa Dijî Sûcên Sîber yên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgeha Îzmirê da li navçeyên Îzmirê Menemen, Torbali, Bayindir û Çeşme û herwiha li Denîzlî û Manîsayê operasyonên hevdem hatin lidarxistin.
Di operasyonan da tevî Serokê Parêzgeha Îzmirê yê HDPyê Çerkez Aydemîr 17 berşik hatin binçavkirin.
Di lêgerîna navnîşanên berşikan da tifingeke nêçîrê, gelek dokumanên rêxistinî û alavên dijîtal hatin qefaltin.
Ji aliyekî din va jî li dijî kesên ku di wesayîtên veguhastina giştî da propagandaya terorê kirin operasyon hat lidarxistin û 6 kes hatin binçavkirin.
Eşkere bû ku berşikan xwe amade dikirin ku li Parka Piçûk a Bornovayê çalakiyê bikin.
Li ewlekariyê miemeleyên berşikan berdewam in.