Elif Orhan
22 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2018
ANKARA
Di çarçoveya Herekata Çiqlê Zeytûnê de di pevçûna bi hêmanên rêxistina terorê re ya li başûrê rojhilatê Gulbabaya gundê Kilîsê de eskerek şehîd ket.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) hat dayîn de hat diyarkirin ku li başûrê rojhilatê Gulbabaya gundê Kilîsê bi hêmanên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistinên terorê re ketin pevçûnê.
Hat diyarkirin ku di pevçûnê de eskerek şehîd ket û wiha hat gotin: "Xwedê rehma xwe li şehîdê me yê ku di vê êrîşa ku em gelekî xemgîn kirin de mir bike, serê malbata xemgîn a şehîdê me, Hêzên Çekdar ên Tirkan û gelê Tirk sax be û Xwedê sebrê bide."