Türkan Tosun
15 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2020
Li Bulanixa navçeya Mûşê Yusuf Bulakçiyê 24 salî paste kirî û li 15 gundan li 200 zarokan belav kir û bi wan ra kêfxweş bû.
Yusuf Bulakçiyê li gundê Sogutluyê dijî piştî bihîst ku zarokekî qet paste nexwariye bi dirûşmeya "Bila zarokekî paste nexwariye nemîne" xebatek da destpêkirin.
Bulakçi gund bi gund geriya li 15 gundan paste li 200 zarokan belav kir.
Bulakçi ji ber ku 3 sal berê qezaya trafîkê derbas kiriye lingê wî seqet bûye, lê dîsa jî xwe aciz nake vê xebatê dimeşîne.
Bulakçi diçe deriyan dixe, pasteyê dide zarokan, bi wan ra wêneyan dikşîne û dizivire mala xwe.
-"Dema zarok şa dibin ev ji bo min berdêla her tiştî ye"
Yusuf Bulakçi ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew li gor derfeta xwe xwe digihîne zarokan û wiha axivî: "Min sala 2017an da qezayeke trafîkê derbas kir. Lingê min seqet bû, lê ev ji bo ku ez xwe bigîhinim zarokan ne astengiyek e. Dema zarok şa dibin ev ji bo min berdêla her tiştî ye. Ez ji bo kêfxweşiya zarokên gund hewl didim."
-"Kenê li ser rûyê wan min kêfxweş dike"
Bulakçi wiha dewam kir: "Rojek beriya ez herim gund ez siparişa pasteyan didim, sibê diçim hildidim û berê xwe didim gund. Min bi dirûşmeya "Bila zarokekî paste nexwariye nemîne" dest pê kir. Li gor derfeta xwe ez dixwazim xwe bigîhinim gelek zarokan. Zarokekî cînarê me got wî qet paste nexwariye. Min ewil da wî û paşê min xwe gihand 200 zarokî. Kenê li ser rûyê wan min kêfxweş dike. Ez bi wan ra wêneyan jî dikşînim."
Ji zarokan Muhammed Akay jî wiha got: "Ji me ra paste anîn. Ez gelekî spas dikim. Min heta niha qet paste nexwaribû. Ez pir şa bûm."