Haydar Şahin
15 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2020
Fîkret Aydinê li Erdexanê heywandariyê dike kalîfera mala xwe bi sergînan vêdixe û ji maliyeta ardû teserufê dike.
Aydinê li Alagoza gundê navendê heywandariyê dike ji vir sal û nîvek berê ji bo mala xwe germ bike di dewsa sobeyê da kalîfer kişand mala xwe.
Aydin qasî demekê kalîfera malê bi komirê vêxist, paşê ji bo ji ardû teserûfê bike dest pê kir sergînên ji mayisa heywanên xwe çêdike şewitandin.
Aydin di zivistana sar da ji germa agirê sergînan îstifade kir û li ser vê dest bi şewitandina sergînên li ber derê xwe kir û ji maliyeta ardû xilas bû.
Aydinê heywandar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji ber ku bi sergînan kalîfer vêxist û mala xwe germ kir gelekî kêfxweş bû û wiha pê da çû: "Niha bi sergînên ji mayisa heywanan çêdikim va kalîferê vêdixim û germeke baş dide. Xaza min a tebiî jî ev e. Kesên li Erdexanê bi xaza siruştî malên xwe germ dikin ez jî bi sergînan mala xwe germ dikim. Şewitandina sergînan gelekî bi kêr tê."
Aydin bi bîr xist ku li gundan ji bo tendûr û sobeyan sergîn û kermeyan vêdixin, wî jî cara ewil kalîfer bi sergînan vêxist.
Aydin got bi vî awayî mesrefa wî ya ardû ji holê rabû û wiha axivî:
"Pereyê min di bêrika min da dimîne, ez ji zehmetê komirê jî xilas bûm. Kişandin, kirîn, bicîkirin gişk mesref bû. Niha hêsan e, ez sergînên li ber derê xwe dişewitînim, lewra min berê pere dida komirê, sergîn jî diman. Niha perê min di bêrika min da dimîne sergîn jî tên nirxandin."