Elif Irmak
15 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2020
Li Tetwana navçeya Bidlîsê gola kraterê ya Nemrûdê ku li dinyayê duyemîn li Tirkiyeyê gola kraterê ya herî mezin e piştî barîna berfê spî xemilî.
Nemrûda ku di çarçoveya projeya Destînasyonên Bijarte yên Ewropayî (EDEN) da "Xelata Mukemeliyetê" hilda digel xweşikahiyên xwe yên tebiî bi golên xwe yên sar û germ, şikefta cemedê û dûkela hilmê va ziyaretvanên dike heyranê xwe.
Nemrûda ku piştî barîna berfê spî xemilî digel tebîethezan ji hêla wênekêşan va jî gelekî tê ziyaretkirin.
Ziyaretvanên ku tên herêma ku sitûrahiya berfê cî bi cî digihêje 20 santîmêtroyê wêne kişandin û kêfa dîmenên bêhempa derxistin.