Li Tirkiyeyê di sala 2020î da Tezkereya Serokomariyê ya ku eskeran bişîne Libyayê di Lijneya Giştî ya TBMMyê da hat qebûlkirin, Navê Gobeklitepeyê di kovara navdar Kovara National Geographic Travelerê da di lîsteya "Cihên Seyahatê yên di 2020î da Divê Teqez Bên Dîtin" da hat nivîsandin, Lijneya Zanistî ya Vîrusa Koronayê cara ewil bi serokatiya Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca va civiya, BTKyê li ser biryara Hakimtiya Cezaya Silhê ya 1emîn a Enqereyê Wîkîpedîa vekir.
Di sala 2020î da bûyerên girîng ên li Tirkiyeyê çêbûn wiha ne:
2yê ÇILEYA PAŞÎN
- Tezkereya Serokomariyê ya ku eskeran bişîne Libyayê di Lijneya Giştî ya TBMMyê da hat qebûlkirin.
3yê ÇILEYA PAŞÎN
- Navê Gobeklitepeyê di kovara navdar Kovara National Geographic Travelerê da di lîsteya "Cihên Seyahatê yên di 2020î da Divê Teqez Bên Dîtin" da hat nivîsandin.
8yê ÇILEYA PAŞÎN
- Bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn li Stenbolê merasima vekirina xeta boruya xaza sirûştî TurkAkimê çêbû.

12yê ÇILEYA PAŞÎN
- Serokomar Erdogan Serokê Konseya Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî ya Libyayê (UMH) Fayîz es-Serrac li Stenbolê qebûl kir.
15yê ÇILEYA PAŞÎN
Motora esmaniya neteweyî ya ewil a Tirkiyeyê TEI-PD170 ya ji hêla Pîşesaziya Motorê ya Şirketa Anonîm TUSAŞê (TEI) tê çêkirin bi merasimê teslîmkirinê va teslîmî Pîşesaziya Feza û Esman a Tirkiyeyê ya Şirketa Anonîm (TUSAŞ) hat kirin.
- BTKyê li ser biryara Hakimtiya Cezaya Silhê ya 1emîn a Enqereyê Wîkîpedîa vekir.
17yê ÇILEYA PAŞÎN
Xebatkarê Ajansa Anadoluyê Hîlmî Balci yê dema polêsên Misirê avêtibûn ser ofîsa Ajansa Anadoluyê ya Kahîreyê ew binçav kiribûn vegeriya Tirkiyeyê.
19yê ÇILEYA PAŞÎN
- Serokomar Erdogan li Berlînê beşdarî civîna ku mijara wê Libya ye bû. Erdogan li vir bi Serokê Konseya Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî ya Libyayê (UMH) Fayîz es-Serrac û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ra hevdîtinek kir.
24yê ÇILEYA PAŞÎN
- Li Sîvrîceya navçeya Elezîzê erdhejeke lerza wê 6,8 çêbû û tesîra wê gihîşt Meletiyê jî. Di erdhejê da li Elezîz û Meletiyê 41 kes mirin.

- Zanîngeha Tirk-Almanan li Stenbolê hat vekirin. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel beşdarî merasima vekirinê bûn.
28yê ÇILEYA PAŞÎN
- 4 şervanên terorîst yên welatiyên Fransayê hatin dersînorkirin.
29yê ÇILEYA PAŞÎN
- Partiyên siyasî yên li Meclîsê bi danezaneke hevpar va qaşo plana aştiyê ya Rojhilata Navîn a Amerîkayê şermezar kirin.
31yê ÇILEYA PAŞÎN
- Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) seferên xwe yên diçin Pekîn, Guangzhou, Şangay û Xiana bajarên Çînê heta 9ê sibatê da rawestandin.
- Lijneya Zanistî ya Vîrusa Koronayê cara ewil bi serokatiya Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca va civiya.
1ê SIBATê
- Balafira eskerî çû Wuhana bajarê Çînê ya navenda KOvîd-19ê û 32 welatiyên Tirkiyeyê, 6 welatiyên Azerbeycanê, 3 welatiyên Gurcistanê, welatiyekî Arnavutlukê, xebatkarên teknîk û tenduristiyê jî di nav da 61 kes anî Enqereyê.
3ê SIBATê
- Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) daxuyand li Îdlibê ji ber êrîşa hêzên rejimê 7 esker û sivîlek şehîd bûn.
- Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê êrîşa Îdlibê da axivî.
5ê SIBATê
- Li Balafirgeha Sabîha Gokçenê ya Stenbolê balafireke Rêhewaya Pegasusê ji pîstê derket. Ji 183 kesan 3 kes mirin. Der barê pîlot M.A da lêpirsîn hat destpêkirin û ew at girtin.

6ê SIBATê
- Di çarçoveya tevdîrên têkoşîna Kovîd-19ê da rêwiyên hemû balafirên ku ji welatên Rojhilata Dûr tên bi kameraya termal va li baalfirgehên Tirkiyeyê hatin kontrolkirin.

9ê SIBATê
- Serokomar Recep Tayyîp Erdogan peyamek şand Konferansa Sêyemîn a Platforma Qudsê ya di Navbera Parlamenteran da ya li Kuala Lumpura paytextê Malezyayê tê lidarxistin û got: "Plana Qudsê paytextê Îsraîlê îlan dike û wek qaşo bi navê 'Plana Sedsalê' kete rojeva dinyayê xeyaleke aştî û aramiya herêmê tehdîd dike. Emê destûrê nedin ev xeyal pêk bê."
12ê SIBATê
-Serokomar Recep Tayyîp Erdogan sala 2020î wek "Sala Patarayê" îlan kir.
20ê SIBATê
- Pirtûkxaneya Gel a Serokomariyê bi merasimeke ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdar bû va hat vekirin.
27ê SIBATê
- Artêşa Tirkiyeyê daxuyand di operasyonên li Îdlibê da di nav 17 rojan da 1709 endamên rejimê hatin berterefkirin.
28ê SIBATê
- Bi danezaneke hevpar a AK Partî, CHP, MHP û ÎYÎ Partiyê va êrîşa hêzên rejimê ya li hemberî eskerên Tirk a li Îdliba bajarê Sûriyeyê hat şermezarkirin.
29ê SIBATê
- Piştî êrîşa li hemberî eskerên Tirk ên li Îdlibê Artêşa Tirkiyeyê 56 hêzên rejimê berteref kir.
- Piştî ku hat daxuyandin Tirkiye wê rê li ber penaberan negre ku ew derbasî Ewropayê nebin, gelek penaber bi malbatên xwe va rê ketin herin bajarên li ser sînor ku ji wir herin Ewropayê.
29ê SIBATê
- Polêsên Yewnanistanê li ser sînor bi xaza îsotê va mudaxaleya penaberan kir ku ew birîndar bûn. Penaberên birîndar rakirin nexweşxaneyan. Hêzên Yewnan bi xaza îsotê û bombeya deng va mudaxaleya penaberên li qada di navbera Pazarkule û Deriyê Sînor ê Kastanîesê dimînin da kir.
-Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu daxuyand hejmara penaberên ku ji Edirneyê sînor derbas bûn gihîşt 36 hezar û 776an.
- Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar daxuyand piştî ku li Îdliba Sûriyeyê 33 eskerên Tirk hatin şehîdkirin operasyonek di 27ê sibatê da hat destpêkirin ku navê wê "Mertalê Biharê" ye. Akar û fermandar li ser sînorê Sûriyeyê heta sibê man û çalakiyên Îdlibê sewq û kordîne kirin.
6Ê ADARÊ
- Ji sedî 50,2yê nifûsa Tirkiyeyê ji mêran, ji sedî 49,8 jî ji jinan pêk hat. Hat daxuyandin 41 milyon û 721 hezar û 136 mêr, 41 milyon û 433 hezar û 861 jin li Tirkiyeyê hene.
10Ê ADARÊ
-Midûriya Giştî ya Îdareya Koçê ya Wezareta Karên Navxweyî daxuyand ji bo malbateke penaber ya li ser sînorê Yewnanîstanê hat defkirin û penaberekî din ê ji ber tundiyê mir serî li Mehkemeya Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) hat dayîn û mehkemeyê ev serlêdan qebûl kir.
11Ê ADARÊ
- Serokê Tenduristiyê Fahrettin Koca li Wezareyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Koca got testa welatiyekî yê vîrusa koronayê yê ku lê diketin şikê pozîtîf derket. Koca anî ziman ew hatiye îzolekirin û wê vîrus ji Ewropayê hildaye.

13Ê ADARÊ
- Di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da derketina dervayê welêt a wezîfedarên dewletê a ji bo wezîfeyê hat sekinandin. Di rewşên mecbûrî da wezfedarên dewletê ew ê ji rêvebir, wezîrû an jî walî destûrê bistînin.
14Ê ADARÊ
- Ji bo têkoşîna dijî Kovîd-19ê Tirkiyeyê ji saet 08.00an pê va hermû deriyên sînor ji rêwiyên li Almanya, Îspanya, Fransa, Awistirya, Norveç, Danîmarka, Swêd, Belçika û Holandayê tên ra girt.
15ê ADARÊ
- Di çarçoveya mitebeqata Moskovayê da bi beşdariya endamên hewa û bejayê va li rêbejaya M4ê ya li Îdlibê dewriyeya yekbûyî ya Tirk-Ûrisan hat kirin.
16Ê ADARÊ
- Li mizgeftan navber dan nimêja cimaetî. Perwerdeya li qursên Quranê hetanî 29ê adarê dan sekinandin.

18Ê ADARÊ
- Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Têkoşîna Dijî Vîrusa Koronayê ya li Qesra Çankayayê da paketa "Mertalê Îstiqrara Aboriyê"ya 100 milyar lireyî îlan kir.
26ê ADARÊ
- Serokomarê Tirkiyeya Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Huberê ya li Tarabyayê bi vîdeokonferansê beşdarî Lûtkeya Derasayî ya Serokên G20ê ya ku ji bo rojeva Kovîd-19ê kom bibû bû.
1Ê NÎSANÊ
- Tirkiyeyê ji bo piştgiriyê bide têkoşîna dijî Kovîd-19ê amûrên tibî yên alîkariyê şand Îspanya û Îtalyayê.
2yê NÎSANÊ
- 555 welatiyên Tirkiyeyê yên li Cezayirê di çarçoveya texliyeya ji ber Kovîd-19ê da bi teyareyên Rêhewaya Cezayirê anîn Samsunê.
6Ê NÎSANÊ
- Ajansa Anadoluyê 100 salî ye
Şenaol Kazanciyê Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêveberiya Ajansa Anadoluyê diyar kir ku Ajans 100 sal e têkoşîna ji bo xeberên lezgîn, ewledar û tesîrdar didomîne û ew ê bi baryardar îbidomîne.
Ajansa Anadoluyê bi 13 zimanan weşanê dike, xizmetê dide 6 hezar saziyên çapemeniyê yên li 100 welatî, bi 3 hezarî zêdetir xebatkarên ji 124 netewên cuda va di rojê da kêmzêde 2 hezar xeber, 2 hezar xw 350 wêne, 9 înfografîk, 435 vîdeoyan amade dike û 18 weşanên zindî dike. Ajansa Anadoluyê di salvegera 100î da di nav ajansên sereke yên dinyayê da cî digre.
8Ê NÎSANÊ
- Li gor tevdîrên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo Kovîd-19ê diyar kir li welatiyên ji 65 salî mezintir qolonya û rûpêçê bêpere hatin belavkirin.
- Tirkiyeyê ji bo piştgiriyê bide têkoşîna dijî Kovîd-19ê li ser telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan amûrên tibî şand 5 welatên Balqanan.
17Ê NÎSANÊ
- Fuat Oktayê Alîkarê Serokomar diyar kir ku li ser telîmata Serokomarê Erdogan ji bo 25 welatiyên li 59 welatan eydê li mala xwe derbas bikin operasyoneke mezin dan destpêkirin.
24Ê NÎSANÊ
- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji ber bûyerên 1015ê ji Sahak Maşalyanê Patrîgê Ermeniyên Tirkiyeyê ra name şand û got, "Me tu carê destûr neda ku welatiyekî me cuda were nîşandan, ji ber bawerî û nasnameya xwe miemeleyeke cuda bibîne, em ê destûrê nedin jî."
29Ê NÎSANÊ
- Wezareta Parastina Neteweyî teyareya Artêşa Tirkiyeyê ya amûrên di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê da werin bikaranîn hatibû barkirin şande Afrîkaya Başûr.
30YÊ NÎSANÊ
- Tirkiyeyê teyareya kargoyê ya 2yan a amûrên alîkariya tibî tê da bûn şand Amerîkaya herî zêde di tesîra Kovîd-19ê da mabû.
2YÊ GULANÊ
- Tirkiyeyê ji bo têkoşîna dijî vîrusa koronayê amûrên tibî yên di nav da cihazên bînhildanê yên xwemalî jî hene şande Somaliyê. Cihazên bînhildanê yên xwemalî cara ewil şandin welatekî biyanî.
9Ê GULANÊ
- 302 welatiyên Tirkiyeyê yên di nav wan da 7 zarok jî hebûn ên li Holandayê di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû da anîn Tirkiyeyê.
21Ê GULANÊ
- Etaba ewil a Nexweşxaneya Bajêr a Çam û Sakurayê ya Başakşehirê ya di çarçoveya "Projeya Veguherandina Tenduristiyê da dihat avakirin di 20ê nîsanê da hatibû temamkirin û bi tevahî hat temamkirinû bi 2 hezar û 682 nivînan va amade bû ku di rojê da xizmetê bide 35 hezar nexweşî. Bi beşdariya Serokomar Erdgogan va merasima vekirina naexweşxaneyê hat kirin û Şînzo Abeyê Serokwezîrê Japonyayê jî bi vîdeokonferansê beşdarî merasimê bû.
27Ê GULANÊ
- Girava Demokrasî û Azadiyan a ji heyama herî tarî ya komarê ra malxweyîtî kiribû bi merasim hat vekirin.
29Ê GULANÊ
- "Fatîh"a keştiya sondayê ya Tirkiyeyê a ewil ji bo li Behra Reş xebatên xwe bimeşîne di salvegera 567an a fetha Stenbolê da ji Stenbolê derkete rê. Serokomar Erdogan ji bota Ewlekariya Peravê "Fatîh" oxir kir.
- Li gor daneyên Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê, aboriya Tirkiyeyê di çaryeka ewil a salê da ji sedî 4,5 mezin bû. Di vê heyamê da dahata nesafî ya neteweyî bi bihayên carî va ji sedî 16,2 zêde bû û derkete trîlyonek û 71 milyar û 98 milyon lireyî.
31Ê GULANÊ
- Nexweşxaneya Rewşa Acil a Prof. Dr. Murat Dîlmener a Yeşîlkoyê bi beşdariya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan va bi merasimê hat vekirin. Nexweşxane xwedî 1008 nivînî ye û di 45 rojan da hat temamkirin. Serokomar Erdogan got, "Li gelek ciyên dinyayê hewl didin nexweşxaneyên sehrayê û prefabrîk vekin, me di wexteke ji wê kintir da nexweşxaneya mayînde ava kir."
1Ê HEZÎRANÊ
- Peaka saziya lîstikê ya Tirkiyeyê hisên xwe bi 1,8 milyar dolarî dewrî saziya Zyngayê kir.
5Ê HEZÎRANÊ
- Di çarçoveya lêpirsîna dijî sazîbûna li dervayê welêt a FETOyê da di encama lêpirsîna MÎTê li Kosovayê dimeşand da Mustafa Erdem anîn Tirkiyeyê û ji ber sûcê "rêveberiya rêxistina terorê ya çekdar" 15 sal ceza xwar, Yusuf Karabîna jî ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" 8 sal û 9 meh ceza xwar.
9Ê HEZÎRANÊ
- Li gor lêkolîna Brand Finance ya saziya nirxandina marqeyan, Rêhewayên Tirk (THY) bi milyarek û 975 dolar bihayî va bû marqeya herî biqiymet a Tirkiyeyê. Di heman lêkolînê da di rêza duyemîn da bi milyarek û 616 milyon dolarî va Bankeya Ziraetê û di rêza sêyemîn da jî bi milyarek û 538 milyon dolarî va Banqeya Garantiyê cî girt.
14Ê HEZÎRANÊ
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi vîdeo konferansê beşdarî 12mîn Konferansa Fînans û Aboriyê ya Îslamê ya Navneteweyî (IIEFC) bû got: "Di çaryeka duyemîn da ji ber tewdîrên şewbê her çiqas piçek paşve ketin qewimî be jî em ji seranserê salê hêvîdar in û tabloyeke wiha hêvî dikin."
- Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî: "Nêrîna MHPê eşkereye. Deriyên Mizgefta Ayasofyayê divê li Mislimnana bê vekirin û ya dilê wan biçe serî."
- Li Karliovaya navçeya Bîngolê bi lerza 5,7an erdhej çêbû.
22YÊ HEZÎRANÊ
Serokê Komîsyona Karên Derva ya Meclisê Volkan Bozkirê ku berê Sergotûbêj û Wezîrê Yekîtiya Ewropayê bû ji bo Serokatiya Lijneya Giştî ya 75emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) hat hilbijartin û di merasima bi pergala vîdeo konferansê hat kirin da dest bi wezîfeyê kir.
24Ê HEZÎRANÊ
Li mizgeftan bi şertê mesafeya civakî û bikaranîna rûpêçê va nimêja her danî ya bi cimaetê ra kirin dest pê kir.
26Ê HEZÎRANÊ
- Derya Sert a ku li Antalyayê rehîma qadavrayekê neqlî wê kirin di 28emîn hefteya xwe ya ducaniyê da pitikeke 760 gramî anî dinyê û navê doxtor Omer Ozkanê emeliyatê kiribû lê hat danîn.
29Ê HEZÎRANÊ
Testên fabrîqeya Seta Trena Biceyran a Neteweyî ya ku çêkirin û sêwirandina wê bi çavkaniyên xwemalî û neteweyî va hatin temamkirin li Sakaryayê dest pê kir.
30YÊ HEZÎRANÊ
Ajansa Anadoluyê bi armanca piştevaniya nûçegihanên wêneyan bike cara 6emîn pêşbaziya wêneyên "Istanbul Photo Awards 2020"ê lidarxist û Yik Fei Lamê ji Hong Kongê layiqê xelata "Wêneyê Salê" hat dîtin.
1Ê TÎRMEHÊ
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ra bi pergala vîdeo konferasnê beşdarî Lûtkeya Sêalî ya Îran-Federasyona Rûsya-Tirkiyeyê bû.
3YÊ TÎRMEHÊ
- Li Hendeka navçeya Sakaryayê fabrîqeya guleyan teqiya û 7 kes mirin.
7Ê TÎRMEHÊ
- Parlementerê Tekîrdaxê yê AK Partiyê Mustafa Şentop ji bo Serokatiya Meclisê hat hilbijartin.
10Ê TÎRMEHÊ
- Daîreya 10emîn a Şêwra Dewletê biryara Lijneya Wezîran a di 24ê sermaweza 1934an a da ku Ayasofyayê ji mizgeftê guherand muzeyê betal kir.
Biryara Serokomar a ku Ayasofya dewrî Serokatiya Kar û Barên Diyanetê kir û ji bo îbadetê vedikir di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
- Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan di axaftina xwe ya "Dengli Miletê Kirin" da got ku Ayasofya îro ji roja hatiye avakirin heta niha bi dehan carî bi ser xwe va hatiye û û ev jî ji wan caran yek e û ragihand ku ew dixwazin roja 24ê Tîrmehê hemû bi hev ra Ayasofyayê bo nimêj û îbadetê vekin.
15YÊ TÎRMEHÊ
Serokatiya Ragihandinê di sala 4emîn a serfiraziya demokrasiyê ya ku li dijî hewla derbeyê ya FETOyê hat bidestxistin "pêşandeya roniyê" amade kir. Pêşandeya roniyê ya ku bi 200 droneyî va cara ewil li ser Wargeha Lîseya Eskerî ya Kuleliyê hat kirin gel,ûî û esmanê Îstenbolê ronî kir.
- Serokomar Erdoganbi minasebeta 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî li Qesra Serokomariyê di axaftina xwe ya Bangî Gel kir da got: "15ê Tîrmehê awayê ku ji tu tiştekî ra guman nehêle hewla dagirkirina welatê me bû. Ji bo vê jî terorîstên di nav artêşa me da hatin emilandin û bi hewla dagirkirinê va jî bêbextiyeke mezin li wê hewlê hat zêdekirin."
17YÊ TÎRMEHÊ
Serokomar Erdogan der heqê wan bertekên ku ji derveyê welêt bo Ayasofya ji nimêj û îbadetê ra tê vekirin nîşan didin da jî got: "Tu yek ji wan jî me eleqedar nake û ev mijar mijara me ya serwerî ya navxweyî ye û tu kes nikare ku tevlî vê meseleya me ya navxweyî bibe."
Gumanbarê Fransî yê ku INTERPOLê bi îdiaya endamê DEAŞa rêxistina terorê ye ji bo qefaltina wî weşîneya sor derxistibû bi operasyona hevdem a MÎT û ewlehiyê va li ser xeta sînorê Sûriyey yê bi Kilîsê ra hat qefaltin.
18YÊ TÎRMEHÊ
- Dalya Mahmut Mislim a biraziya Salih Mislimê ji serkêşênb PYD/PKKê di encama xebatên qanîkirinê da teslîmî Midûriyeta Ewlehiya Mêrsînê bû.
- Serokomar Erdogan di Merasima Destpêka Înşeata Tesîsên Çêkirin û Sêwirandina Endazyariya Koma Hewla Wesayîta Tirkiyeyê (TOGG) da ku wê "Wesayîta Tirkiyeyê" lê bê çêkirin da axivî û got ku wesayîta Tirkiyeyê bi tenê ne li Tirkiyeyê wê li gelek deverên dinyayç deng vede û wiha pê da çû: "Bi taybetî jî miletê me yê ku bi dehan sale bi hesret li benda vê projeyê ne eleqeyeke mezin nîşan dan.
24Ê TÎRMEHÊ
Li Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin piştî 86 salan nimêja îniyê ya ewil hat kirin û ji hundir û derveyê welêt bi dehan welatiyên hatinbûn mizgeft û dor û berê wê tijî kirin. Di bernameya vekirinê da welatiyên li Meydana Ayasofyayê kom bûbûn tekbîr xwendin û paşê jî ji Mizgefta Mezin a Ayasofyayê sela hat xwendin.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da ji bo Mozgefta Mezin a Ayasofyayê got: "Evder vegeriya ser eslê xwe yê berê û dîsa bû mizgeft. Niha û înşeallah her daîm wek mizgeft ji bo hemû mirovahiyê wek mizgeft xizmetê bide. 350 hezar kes îro hatine nimêja îniyê. ji niha pê va li hundir û derveyê mizgeftê restorasyonên ku eê Wezareta me ya Çand û Turîzmê bikin hene."
25Ê TÎRMEHÊ
Di meheke dawîn da 929 penaberên ku Yewnanistanê wan ber bi alî ava sînorê Tirkiyeyê va tehn dan ji alî Fermandariya Ewlehiya Peravê va hatin xilaskirin.
28 TÎRMEHÊ
- Serokomar Erdogan bi pergala vîdeo konferansê beşdarî Merasima Vekirina Piştî Restorasyona Mizgefta Ayasofyaya Trabzonê û Merasima Vekirina Qismê 2yemîn a Dêra Sumelayê bû û got: "Ez dixwazim ji welatiyên me yên ortodoks ra bibêjim ku ew ê îsal di 15ê Tebaxê da bikaribin di Dêra Sumelayê û Ayîna Dayîka Meryemê da merasimên xwe bikin."
Patrîkê Fener Rumê Bartholomeos têlefonî Serokomar Erdogan kir û ji ber ku Manstira Sumeleyê piştî xebatên restorasyonê ji nû va ji bo ziyaretê hat vekirin spas kir.
31Ê TÎRMEHÊ
- Li Mizgefta Mezin a Ayasofyayê piştî 86 salan nimêja eydê ya ewil bi beşdariya bi hezaran welatiyên ku nav û hawirdorê mizgeftê tijî kirin va hat kirin. Serokê Kar û Barên Diyanetê Erbaş piştî nimêja ku da kirin ji bo ku xutbeya xwe ya bi navê "Eyda Qurbanê: Rêwîtiya Teqwayê" bide bi şûr va derket mînberê.
8Ê TEBAXÊ
- Alîkarê Serokomar Fuat Oktay ragihand Mîchel Awnê Serokomarê Lubnanê ku piştî teqîna li Lengergeha Bêrûdê ji bo piştgiriyê ziyaret kir ku Tirkiye ji bo ji nû va avakirina Lengergeha Bêrûdê û avahiyên dora wê heta dawiyê ji bo alîkariyê amade ye, heta ku Lengergeha Bêrûdê ji nû va rabe ser piyan dê Lengergeha Mêrsînê di xizmeta Lubnanê da be.
12Ê TEBAXÊ
- Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber 100emîn salvegera avakirina wê heyeta bin serokatiya Serokê Lijneya Birêvebiriyê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Şenol Kazanci qebûl kir. Heyeta AAyê di heman demê da di meqama wî da Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ziyaret kir.
- Serokwezîrê KKTCyê Ersîn Tatar têlefonî Serokê Lijneya Birêvebiriyê û Midûrê Giştî yê AAyê Şenol Kazanci kir û 100emîn sala damezrînê pîroz kir û daxwazên serkeftinê ragihandê.
21Ê TEBAXÊ
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan eşkere kir ku Fatîha keştiya sondajê li Sehaya Xazê ya li Behra Reş xaza sirûştî ya herî mezin a di dîroka Tirkiyeyê da kifş kir.
22YÊ TEBAXÊ
- Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokdewletê Filîstînê Mehmûd Ebas ra bi têlefonê axivî.
Di axaftina ku li ser têkiliyên dualî û geşedanên herêmî sekinîn da Erdogan piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo doza mafdar a Filîstînê dubare kir. Mehmûd Ebas jî ji ber kifşa xaza sirûştî ya herî mezin Serokomar Erdogan pîroz kir û got ku serkeftina Tirkiyeyê serkeftina Filîstînê ye.
Erdogan li Koşka Vahdettîn jî bi Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniyye û heyeta pê ra hat bal hev.
- Erdogan bi Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy ra bi têlefonê axivî.
Di axaftina ku li ser pêngavên ji bo xurtkirina têkiliyên dualî sekinîn û geşedanên herêmî hatin nirxandin da Zelenskiy ji ber kifşa xaza sirûştî ya herî mezin a li Behra Reş a Tirkiyeyê Serokomar Erdogan pîroz kir û got ku bila ev geşedan ji bo gelê Tirk bi xêr be.
- Barana ku li Gîresunê barî di serî da navçeyên Derelî, Dogakent û Yaglidereyê li gelek cî û waran bû sedema lehiyê. Di encama xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên ekîban ên ku çendî rojan dewam kirin esker jî di nav da cesedê 11 kesan hat dîtin, gelek mal û kargehan xisar dît.
28Ê TEBAXÊ
- Pêşî li balafira F-16ê ya Yewnanistanê ya ku li Rojhilatê Behra Spî nêzî herêma ku wekî "Navtex" hat îlankirin bû hat girtin û ji herêmê hat dûrxistin.
7Ê ÎLONÊ
- Nîhat Turanê qaşo berpirsê Diyarbekirê yê DEAŞê yê ku der heqê wî da ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" qeyda lêgerînê û 6 sal û 3 meh cezayê hepsê hebû li Diyarbekirê hat girtin.
22YÊ ÎLONÊ
- Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîra Almanyayê Merkel û Serokê Konseya YEyê Mîchel ra bi vîdeo konferansê hevdîtin kir. Di lûtkeya sêalî da têkiliyên Tirkiye-YE û geşedanên li Rojhilatê Behra Spî hatin nirxandin.
- Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Fransayê Macron ra bi têlefonê axivî. Di axaftina ku li ser daxwaza Serokomarê Fransayê Macron hat kirin û li ser têkiliyên Tirkiye-Fransa û Tirkiye-YEyê sekinîn da di serî da yên li Rojhilatê Behra Spî li ser geşedanên herêmî sekinîn. Erdogan di axaftinê da destnîşan kir ku sedema rageşiya li Rojhilatê Behra Spî ew e ku mafên meşrû yên Tirkiye û Tirkên Qibrîsê yên li herêmê tune tê hesibandin.
- Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar bi Serokê Konseya Bilind ê Lîbyayê Xalid el-Mişrî ra hevdîtin kir. Akar di hevdîtinê da destnîşan kir ku "Tirkiye dê fealiyetên şêwrê û perwerdeyê yên ku di warê eskerî û ewlehiyê da dide birayên xwe yên Lîbyayî bidomîne."
28Ê ÎLONÊ
- Komên TBMMyê yên AK Partî, CHP, MHP û ÎYÎ Partiyê danezaneke hevpar weşandin ku êrîşa Ermenistanê ya dij, Azerbeycanê şermezar kirin.
- Yekîneyên hidûd li Altinozuya navçeya Hatayê bi xanim û 3 zarokên wî va Îslom Saydalîmivê ku bi El Qaîdeyê ra têkildar e û bi bultena sor lê digeriyan girtin.
1Ê COTMEHÊ
- Piştî hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg biryar hat dayîn ku di navbera heyetên eskerî yên Tirkiye û Yewnanistanê da civînên ku li serê "Rêbazên Cihêbûnê" disekinin bên kirin. Wezareta Parastina Neteweyî eşkere kir ku di encama civînên ku di navbera heyetên eskerî da li Baregaha NATOyê hatin kirin da li ser "prensîbên giştî" li hev kirina hevpar çêbû.
- Ji ser piştî ku ket Serkonsolosxaneya Stenbolê ya welatê xwe bi awayekî hovane bi destê tîma înfazê ya 15 kesî ya ku ji Erebistana Siûdî hat qetilkirina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî ra 2 sal derbas bûn. Di rapora 101 rûpelî ya ku NYyê der barê bûyerê amade kir da Erebistana Siûdî berpirsyar hat dîtin ku Kaşîkçî bi plankirî hatiye kuştin.
3YÊ COTMEHÊ
- Bendava Reyhanliyê ya ku bi 9,3 kilomêtroyê va bendava Tirkiyeyê ya gewdeya wê herî dirêj e bi merasimê hat vekirin.
4Ê COTMEHÊ
- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Serokê Konseya Hikûmeta Mutebeqatê ya Neteweyî ya Lîbyayê Fayîz es-Serrac û heyeta pê ra li Koşka Vahdettîn qebûl kir. Serokomar Erdogan diyar kir ku Tirkiye di nav piştevaniyeke tam de dê li ba Lîbyayê be û got ku hewl didin ku bi Hikûmeta Mutebaqata Neteweyî ku tekane nûnerê meşrû yê Lîbyayê ye ra têkiliyan xurt bikin.
5Ê COTMEHÊ
- Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg qebûl kir .
- Di operasyona MÎT û Ewlehiya Enqeretê ya dijî DEAŞa rêxistina terorê da 24 jê ji Iraqê, 1 jê ji Fînlandiyayê 25 gumanbar hatin binçavkirin.
6Ê COTMEHÊ
- Serokomar Erdogan di axaftina xwe ya bernameya Hefteya Mizgeft û Peywirdarên Dînê da der barê gotinên Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê yên der barê Îslamê da nirxandina "Bêhedî û bêedebî ye ku wek Serokê Dewleta Fransiz behsa reforma Îslamê dike. Daxuyaniya Macron a wekî "Îslam di qeyranê da ye " ya ku li bajarekî ku misilman lê gelek in ji bêsiyanetiyê wêdetir provokasyoneke eşkere ye." kir.
7Ê COTMEHÊ
- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo rojekê Kuweyt û Qeter ziyaret kirin.
- Serokomar Erdogan di çarçoveya ziyareta xwe ya Kuweytê da ligel Emîrê Kuweytê Newaf el-Ehmed el-Cabîr es-Sebah ku piştî mirina Sebah el-Ehmed el-Cabîr es-Sebah a di 29ê îlonê da hat şûna wî, hevdîtin kir û serxweşî dayê.
9Ê COTMEHÊ
- Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê serîlêdanên serkirdeyê FETOyê Fetullah Gulen ên dijî Tirkiyeyê red kirin.
16Ê COTMEHÊ
- Markar Esayanê Parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê ku ji ber nexweşiya mîdeyê ev demek bû li Stenbolê li nexweşxaneya dihat dermankirin, di 51 saliya xwe da mir. Ji bo Esayan merasima cinazeyê ku 22yê cotmehê li Dêra Dayika Meryem a Patrîkiyê ya Kumkapiyê hat lidarxistin û Serokomar Erdogan jî beşdar bû, hat lidarxistin. Erdogan di axaftina xwe ya li merasimê da wiha got, "Markar yek ji wan nimûneyên bijare bû ku li Tirkiyeyê bidestxistina rewşenbîrtiyeke xwemalî û neteweyî, ne bi reh, ziman û îdeolojiyê, lêbelê bi dil û samimiyetê va pêkan e."
- Endama rêxistina terorê DEAŞê Saumaya Raissi ku Fransa bi bultena sor lê digeriya, li Edeneyê hat desteserkirin.
17Ê COTMEHÊ
- Serokomar Recep Tayyip Erdogan di keştiya sondajê Fatihê da, ku li Behra Reş e kontrol pêk anî. Erdogan telîmat da ku fealiyetên sondajên yên li qada xazê Sakaryayê bi dawî bin û wiha got, "85 milyar metrekûpê din jî li rezerva ku me keşf kir zêde bû. Bi vî awayî miqdarê rezerva xaza siruştî yê herêma Tuna-1 a qada Sakaryayê gihîşt 405 milyar metrekûpî. Armanca me ew e ku em sala 2023yan vê xazê pêşkêşî gelê xwe bikin ku biemilîne."
- Li dijî êrîşa fuzeyê ya artêşa Ermenistanê ya dijî bajarên Azerbeycanê Gence û Mîngeçevîrê ku di encamê da bi dehan sivîl di bin kavilan da man, bertek hatin nîşandan.
18Ê COTMEHÊ
- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Ersin Tatar ku wekî Serokomarê Komara Tirk a Qibrîsa Bakur hat hilbijartin, pîroz kir.
27Ê COTMEHÊ
- Li Lijneya Giştî ya Meclisê, Tezkereya Serokatiya Meclisê ya lanetkirina daxuyaniyên Serokomarê Fransayê Macron ên dijî Îslamê hat qebûlkirin.
- Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji ber sûcê "heqareta dijî Serokomar" der heqê Serokê Partiya Azadiyê ya Holandayê ya rasta tundrev Geert Wilders da gilîdar bû.
28Ê COTMEHÊ
- Serokomar Recep Tayyip Erdogan der heqê wêneya bergê kovara Charlie Hebdo a Fransî ya ku heqaretî wî dike da li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê serîlêdana gilîdariyê kir. Serdozgeriyê jî ji ber weşanê der heqê karbidestên Charlie Hebdo da bi awayekî xweser lêpirsîn da destpêkirin.
30Ê COTMEHÊ
- Li Îzmirê 17 kîlometre li peravên navçeya Seferihisarê saet 14.51ê bi lerza 6,6ê erdhej çêbû. Di erdheja ku li temamiyê herêma Ege û Marmarayê hat hîskirin da li navçeyên Bayrakli û Bornovayê avahî hilweşiyan û welatî di bin kavilan da man. Her wisa xesar gihîşt gelek avahiyan.
31Ê COTMEHÊ
- Serokomar Erdogan çû herêma erdhejê û ji peywirdaran agahî sitand, lêkolîn pêk anîn. Erdogan diyar kir ku bo herêmê 24 milyon lire alîkarî hat şandin û her wisa ji bo kesên ku di erdhejê da ziyan gihîşt mala wan, alîkarî dê were kirin, piştî rakirina kavilan înşeat dê bên destpêkirin, ji bo kesên ku malên wan rûxiyan jî bilez mal dê bên çêkirin.
2YÊ MIJDARÊ
- 63 saet piştî erdheja Îzmirê, Elif Perinçeka 3 salî birîndar ji bin kavil hat derixistin. Elifa piçûk ku bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê, bû 106emîn kes ku birîndar ji bin kavil hatin derxistin. Dîmena Elifê bi destê xwe yê piçûk tiliya agirkuj zeft kir berneda, wekî wêneya xurtbûna hêviyê di hafizeya însanan da cih girt.
3YÊ MIJDARÊ
- 91 saet piştî erdheja Îzmirê, Ayda Gezgina 4 salî ji bin kavilên Apartmana Riza Bey hat derxistin. Ayda Gezgina ku wekî kesê 107emîn ji bin kavilan hat derxistin, bû yek ji wan kesan ku bûn sembola erdhejê.
- Serokomar Recep Tayyip Erdogan digel Recep Tayyip Gultekin û Mikail Ozen ku di êrîşa terorê ya li Viyanayê da polêsek xilas kirin, bi têlefonê axivî.
7Ê MIJDARÊ
- Bi Biryarnameya Serokomariyê, Serokê Bankeya Navendî Murat Uysal ji kar hat hildan, şûna wî Serokê Stratejî û Budceyê yê Serokomariyê Naci Agbal hat tayînkirin. Ji bo peywira Serokatiya Stratejî û Budceyê yê Serokomariyê jî Îbrahim Şenel hat tayînkirin.
9Ê MIJDARÊ
- Der heqê efûxwestina berdana peywirê ya Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak da ji Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê daxuyaniya nivîskî hat belavkirin. Di daxuyaniyê da "Di encama nirxandina Serokomarê me da daxwaza efûxwestina berdana peywirê ya Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak hat pejirandin." hat gotin.
10Ê MIJDARÊ
- Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji Joe Bidenê Serokê Hilbijartî yê Amerîkayê ra peyama pîrozbahiyê şand. Erdogan di peyama xwe da xwest ku encamên hilbijartinê ji bo gelê dost û mitefiq ê Amerîkayê ra bi xêr bibe.
- Li gorî Biryara Serokomariyê ku di Rojnameya Fermî da weşiya, ji bo Wezîrtiya Xezîne û Darayiyê ku ji Berat Albayrak xalî bû, Lutfi Elvan hat tayînkirin.
15Ê MIJDARÊ
- Serokomar Recep Tayyip Erdogan tevî jina xwe Emine Erdogan, wezîr û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeli beşdarî merasima salvegera 37emîn a damezirandina Komara Tirk a Qibrîsa Bakur a li Lefkoşayê bû.
17Ê MIJDARÊ
- Tezkereya Serokomariyê ya şandina eskeran bo Azerbeycanê li Lijneya Giştî ya Meclisê hat pejirandin.
20Ê MIJDARÊ
- Aşiya Kovîd-19ê ya ji Çînê ku li Tirkiyeyê xebatê Faz-3 dest pê kirin, piştî ku li ser xebatkarên tenduristiyê yên xwebexş hat ceribandin, ji bo ku li ser welatiyên xwebexş jî were ceribandin, serîlêdanê dest pê kir.
- Dekatê Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Sakaryayê Prof. Dr. Oguz Karabay ragihand, aşiya Kovîd-19ê ya ku fîrmaya biyoteknolojiyê ya Alman BioTech ku zanyarê Tirk Prof. Dr. Ugur Şahin damezirînerê wê yê hevbeş e, digel şîrketa derman a Amerîkan Pfizerê dahênand, li Sakaryayê li ser 40 xwebexşî hat ceribandin.
30Ê MIJDARÊ
- Aboriya Tirkiyeyê digel bandora şewba Kovîd-19ê, di çaryeka sêyemîn a salê da ji sedî 6,7 mezin bû.
4Ê RÊBENDANÊ
- Trêna îxracatê ya yekemîn ku ji Tirkiyeyê diçe Çînê ji Stenbolê hat birêkirin.
news_share_descriptionsubscription_contact
contact_the_ombudsman
is_there_an_error_in_this_story
