21 Hezîran 2017•Rojanekirin: 21 Hezîran 2017
ANKARA
Li tevahiya Tirkiyeyê di operasyonên di navbera 22yê gulanê û 19ê hezîranê hatine kirin da 191 endamên rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji daneyên Wezareta Karên Navxweyî hilda hêzên ewlehiyê li dijî PKKya rêxistina terorê 2 hezar û 315 operasyon kirine.
Li gor agahiyan di operasyonên dijî terorê da 125 jê kuştî, 21 jê sax û 45 jê teslim bûne bi tevahî 191 endamên rêxistina terorê hatin berterefkirin.
- Operasyonên dijî hişbirê
Wek mayîn li dijî çavkaniyên aboriyê yên terorê 2 hezar û 755 operasyonên narkotîk hatine kirin.
Hat destnîşankirin di operasyonan da 585,1 kîlogram eroîn, 224,5 kîlogram kokaîn, 25 kîlogram metamfetamîn, 15,5 kîlogram esrar, 7,1 kîlogram benîşê afyonê, 4,6 kîlgram hişbira sentetîk, 5 milyon û 849 hezar kok kenewîr, 2 milyon û 68 hezar hebên hişbirê, 3 milyon û 371 hezar pakêt cixareyên qaçax û 374 hezar û 660 lître sotemenî hat qefaltin.
Di operasyonan da 3 hezar û 816 kes hatin binçavkirin.