21 Hezîran 2017•Rojanekirin: 22 Hezîran 2017
ANKARA
Li dorbera Yazlicaya Perwariya navçeya Sêrtê di operasyona 9 roj in dijî PKKya rêxistina terorê dewam dike da qederê 25 ton amûr û melzeme hatin qefaltin.
Li gor daxuyaniya Hêzên Artêşa Tirkiyeyê operasyona li dorbera Yazlicaya Perwariyê dewam dike.
Hat diyarkirin di operasyona 9 roj in dewam dike da di 3 şikeftên mezin da qederê 25 ton amûr û melzeme hatin qefaltin.
Di operasyonê da wek mayîn 200 guleyên biksî û kanasê, 2 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin, bombeyeke destan, bêtêlek, 2 jeneratorên mezin, 5 aku, televizyoneke LCD, DVDyek, amûrên rêxistinê, 70 tûp, 4 hîltî, warêlek mazot û 3 kûp benzîn.
Di operasyonê da li texma Çiyayê Yazlicayê şikeftek jî hat îmhekirin.