ANKARA
Di Behra Egeyê de erdhejeka ku lerza wê 4,4an bû qewimî.
Li gor agahiyên ku ji ser malpera Enstitûya Lêkolîna Erdhejê û Çavdêrxaneya Kandilliyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê hat belav kirin, erdhej di saet 23.20an de çêbû û navenda erdhejê jî Behra Egeyê bû.
Erdhej 5.4 kîlometre di bin erdê de qewimî.