Ahmet Aydın
08 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2019
Derbarê teqîna ku li Reyhanliya navçeya Hatayê di otomobîlekê de qewimî û 3 welatiyên Sûriyeyê tê de canê xwe ji destdan de, 16 gumanbar hatin binçavkirin.
Polîsên ku hemî têkiliyên kesên di nava otomobîla ku pêr teqîn tê de çêbû lêkolîn kirin, îrtibata hinek kesan tesbît kirin.
Di vê çarçoveyê de polîsan li navend û navçeyên Reyhanlî û Îskenderûnê li dijî hinek navnîşanan operasyon li dar xistin.
Di operasyonan de 16 gumanbar hatin binçavkirin.
Hat ragşhandin ku gumanbar bi mebesta jêpirsînê birine Rêveberiya Ewlekariyê.