PEKÎN
Hat ragihandin ku Çînê bi moşekeke barkêş ve du peyk şandin fezayê.
Li gor agahiya ku ji ajansa nûçeyan a Şînhûayê hat hildan li Navenda Peyk Avêtinê Cîûçûenê ya ku li Çola Gobiya Çînê ye di saet 08.15an de bi moşekê ve du peyk şandin fezayê.
Ji navenda avêtinê bi moşeka barkêşiyê ya "Çangceng 2-C" ve peykên bi navê ''Çûangşîn 1 û 4'' hatin şandin.
Hat destnîşankirin ku ji peykan yek dê agahiyên der heqê meteorolojî, avdan, ceyran, tewdîrên li dijî bobelatan û gelek tiştên din de berhev bike û bişîne û peyka din jî dê ji bo ceribandinên multîmedya û telekomunîkasyonê bê bikaranîn.
Li gor agahiyên ku ji navenda peykavêtinê hat kirin her du peyk jî di demeke kurt de li rêgehên ku ji bo wan hatine eşkerekirin bi cih bûn.
Navenda Peykavêtinê ya Çînê bi Çangçeng a moşeka barkêşê ve heta niha 192 peyk şandin fezayê.