IGDIR
Ji cejna qurbanê re mehek ma û tê texmînkirin ku li giştiyê Tirkiyeyê bihayê qurbanan ji sedî 17 zêde bibe.
Serokê Yekîtiya Navenda Hilberînerên Goştê Sor ê Tirkiyeyê Bulent Tunç ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku bihayê alif û tiştên din zêde bû û wiha axivî: "Hemû kesên ku heywanan xwedî dikin ji bo cejna qurbanê amade ne. Şikir jimara heywanan ne kêm e û beytaran heywan miayene kirin. Ji cejnê re 10 roj bimîne em ê heywanan bişînin bajarên mezin."
- "Îsal bihayê heywanan dê zêde bibe, lê ev ne zem e"
Tunç daxuyand ku îsal bihayê heywanan dê zêde bibe û wiha axivî: "Îsal li giştiyê dinyayê hişkayî heye û ji ber vê jî bihayê alif jî zêde bû. Ji ber ku di salên dawîn de bihayê êm û tiştên din zêde bû, bihayê qurbanan jî li gor par dê ji sedî 17 zêde bibe. Lê ev ne zem e. Lewra 4 sal e em hewl didin ku biha neguhere û biha zêde nebû. Lê îsal dê ji sedî 17 zêde bibe."