08 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2015
HATAY
Ji Hatayê jî ji bo êrîşên terorê yên li dijî Mizgefta Fatîh Paşa (Kurşunlu) ya li Sûra navçeya Diyarbekirê, bertek hatin.
Serokê Weqfa Cimaeta Mûsewiyan Şaûl Cenûdîoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ciyên ku ji bo Xwedê îbadet lê tên kirin pîroz in."
Cenûdîoglu destnîşan kir ku ji ber bûyerên wiha xemgîn e û wiha xeberda: "Kesên ku mizgeft şewitandin ji mirovahiyê dûr in. Ev nayê qebûlkirin. Şewitandin û xerakirina ciyên îbadetan nayê qebûlkirin. Ez şermezar dikim."
Reîsê Rûhanî yê Dêra Katolîk a Antakyayê Domenîco Beroglî jî diyar kir ku ji ber bûyerê xemgîn in û wiha got: "Armanca vê provakasyon e. Mizgeft mala Xwedê ne û şewitandina ciyên wiha nayê qebûlkirin. Ez şermezar dikim. Ev bûyer li dijî yekîtî û bihevrabûna me hatiye kirin."