Spor

Messî bi Barcelonayê re peyman nû kir

Ekîba La Lîga ya Îspanyayê Barcelona, peymana bi fitbolîstê Arjantînî Messî re, ku sala bê bidawî dibe, heta 2020-2021an dirêj kir.

Ferizat Kaya  | 05.07.2017 - Rojanekırın : 06.07.2017
Messî bi Barcelonayê re peyman nû kir

Istanbul

ÎSTANBUL

Tîma Lîga Futbolê ya Yekemîn a Îspanyayê (La Lîga) Barcelona, bi fitbolîstê Arjantînî Lionel Messî ji bo 4 salan li hev kir.

Li gorî daxuyaniya ji ser malpera klûbê hat weşandin, peymana Messiyê 30 salî sala bê bidawî dibe, kûlup ji bo peymaneke nû bi Messî re li hev kir. Li gorî peymana nû muqaweleya Messî heta 2020-2021an hat dirêjkirin. Hat ragihandin ku rojên pêşiyê wê peymana fermî bê îmzekirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın