Muhammet Kurşun
16 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2017
ANKARA
Di Tûrnûvaya Tenîsê ya Wimbledon de Roger Federerê ji Swîsreyê di fînala zilaman a takî de Marin Cilicê ji Hirvatistanê 3-0 têk bir û bû şampiyon.
Di fînala li Londaraya Ingîltereyê hat lîstin de Cilicê hirvat û Federê swîsreyî hatin hemberî hev.
Federer piştî Bjorn Borg ku di sala 1976an hîç set winda nekir û bû şampiyon kesên duyem e ku vê serkeftinê bi dest dixe.
Federer xelata 2,2 milyon sterlin wergirt.