15 Adar 2017•Rojanekirin: 15 Adar 2017
ANKARA
Roger Federerê tenîsvanê ji Swîsreyê û Rafael Nadalê ji Îspanyayê wê di Tûrnûvaya Tenîsê ya BNP Paribas Indian Wellsê da bên pêşberî hev.
Roger Federer û Rafael Nadal herî dawîn di sezona ewil a fînala tûrnûvaya grand slamê da li Awistiryayê hatibûn pêşberî hev.
Federer û Nadal îsal wê cara duyemîn di vê tûrnûvayê da bên pêşberî hev.
Herdu tenîsvan di tûra sêyemîn a tûrnûvaya bi destê Yekîtiya Tenîsvanên Profesyonel (ATP) li Kalîforniyaya eyaleta DYAyê hat çêkirin da hemû reqîbên xwe têk birin û di tûra çaremîn da bûn reqîbê hev.
Pêşbirka di navbera Federer û Nadal da wê sibê li gor saeta Tirkiyeyê di 03.00an da dest pê bike.