17 Adar 2017•Rojanekirin: 18 Adar 2017
İSTANBUL
Bêşîktaşê di rovanşa tura 16an a Lîga Ewropayê ya UEFAyê da 4-1 ji Olympiakosa taxima Yewnanistanê bir û derkete fînala çaryekê. Pîştî 14 sezonan Bêşîktaş cara 3yan derkete fînala çaryekê.
Bêşîktaş di sezona 1986-1987an da di Kupayaa Şampiyonan da derketibû fînala çaryekê û paşê jî di sezona 2002-2003yan da di Kupaya UEFAyê da heman serfirazî bi dest xistibû.
- Ji alîgiran piştgirî
Bêşîktaşê di vê pêşbirka girîng da stasd bi tevahî tijî kir.
40 hezar kesî pêşbirk temaşe kir.
Ev cara ewil e ku Bêşîktaş di kupayên Ewropayê li ber taximeke Yewnanistanê bi ser dikeve.
Di sezona 1958-1959an da di tura ewil a Kupaya Kulûbên Şampiyon a Ewropayê da taxima Yewnanistanê derneketibû pêşbirkê û Bêşîktaşê hikmen qezenc kiribû, di 3 pêşbirkên pey wê ra da bi tîmên Yewnanistanê ra beramberî hev mabû.
Çaxê ku Bêşîktaş 4- li pêşiyê ket di hoparlorên stadê da muzîka yewnanan hat lêxistin.
Piştî pêşbirkê dîsa dengê heman muzîkê dan hoparlorê.