Spor

Di qada boksê da Busenaz Surmenelî derket fînala çaryekê

Di roja çaremîn a Lîstikên Olîmpiyatên Tokyoyê yên 2020î da Busenaz Surmenelî ya boksora neteweyî ya şampiyona dinyayê derket fînala çaryekê.

Erkan Tiryaki  | 27.07.2021 - Rojanekırın : 27.07.2021
Di qada boksê da Busenaz Surmenelî derket fînala çaryekê

Tokyo

 Di pêşbaziya boksê ya li Kokugikan Arenayê hat kirin da Busenaz Surmenelî ya 69 kîlo derket pêşberî reqîba xwe Karolina Koszewska ya 39 salî ku ji Polonyayê ye.

Cara ewil e ku boksoreke Tirk a jin di olîmpiyatan da derdikeve dikê û sporvana 23 salî awayekî baş dest bi pêşbaziyê kir. Busenazê di du rauntên ewil da ji her 5 hakiman jî tevahiya pûanan hilda û di raunta dawîn da jî skora xwe parast û derket fînala çaryekê.

Wezîrê Spor û Ciwaniyê Mehmet Muharrem Kasapoglu jî pêşbazî ji nêz va şopand û piştî serfiraziyê Busenazê pîroz kir.

Di fînala çaryek da reqîba Busenaz Surmeneliyê Anna Lysenkoya Ukraynayî ye.

Pêşbaziya fînala çaryekê ya Busenazê wê di 30yê Tîrmehê da serê sibehê dest pê bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın