MADRÎD
Ji tîmên La Lîgayê Atletîco Madrîd ji Barcelonayê lîstîkvanê forvetê Davîd Vîlla transfer kir.
Atletîco Madrîd di heyama nû de di Lîga Şampiyonan ya UEFAyê de dê ji bo şampiyoniyê têkoşe. Atletîco Madrîd ji bo Davilla 5,1milyon heqê bonservîsê dê bide Kûluba Barcelonayê. Tîma Madrîdê ji heqê bonservîsê 2,1 milyon da. Atletîco Madrîd, heke Davîd Vîlla sezona bê, ji tîmê dernekeve dê 2 milyon, di sezona 3. de jî bilîze dê milyonek ewroyên din bidê.
Heke Davîd Vîlla transferê kûlubeke din bibe ji sedî 50 heqê bonservîsê dê aîdê kûluba wî ya berê be.
Kûluba Barcelonayê, Davîd Vîlla di sala 2010an de ji Valenciyayê bi 40 milyon ewroyan transfer kiribû. Vîlla di kûluba xwe de derkete 119 maçan, 48 gol avêtin.
Piştî transferê tê payîn ku Davîd Vîlla beşdarî kampa Atletîco Madrîdê bibe.