MADRÎD
Di fînala Kûpaya Qralê Spanyayê de Real Madrîd û Barcelona hatin hemberî hev. Real Madrdîdê Barcelona 2-1 têk bir bû kûpayê qezenc kir.
Li çar aliyê dinyayê pêşbirka di navbera Real Madrîd û Barcelonayê de wek "El Clasîco" tê zanîn. Her du tîm vê carê jî di fînala Kûpaya Qralê Spanyayê de li Stada Mestallaya bajarê Valencîayê hatin hemberî hev.
Gola ewil a pêşbirkê di deqîqeya 11mîn de Dî Marîa avêt û Real Madrîd 1 û 0 bi pêş ket. Nîva ewil a pêşbirkê bi vê skorê bi dawî bû.
Di nîva duyemîn de gola ewil Barcelonayê avêt. Di deqîqeya 68emîn de Barta bi serê xwe lê da, gola tîma xwe avêt û skor bû 1 û 1.
Real Madrîdê dev ji têkoşînê berneda û Gareth Baleyê ku îsal bi pereyekî pir mezin hatibû kirîn di deqîqeya 85emîn de gola ku tîma wî bi pêşxist avêt û Real Madrîd 2 û 1 bi pêş ket.
Di pêşbirkê de ji bilî vê tu gol nehat û Real Madrîdê bi vê skorê Barcelona têk bir û Kûpaya Qralê Spanyayê jî qezenc kir.
Alîgirên Real Madrîdê bi qezenckirina qûpayê ve gelek şa bûn û hetanî berdestê sibê li qad û kolanan kêf kirin.