EKATERÎNBÛRG
Di Lîga Ewropayê ya Jinan a FIBAyê ya Basketbolê de Galatasaray Odeabank Fenrbahçeyê 96-58 têk bir û bû şampiyonê Ewropayê.
Her du tîmên basketbolê li Ekaterînbûrga bajarê Rûsyayê hatin hemberî hev. Tîma sor û zer reqîbê xwe têk bir û di basketbola jinan de bû Şampiyonê Ewropayê.
Fenerbahçe par jî ji bo şampiyoniyê bi ÛMMC Ekaterînbûrgê re hatibû hemberî hev û têk çûbû. Heman rewş îsal jî hat serê Fenrbahçeyê û di fînalê de li hemberî Galatasaray Odeabankê bi ser neket.
Tîma jinan a Fenerbahçeyê di vê heyama Lîga Jinan a FIBAyê de cara ewil di fînalê de têkçû.