İbrahim Atmaca
28 Hezîran 2017•Rojanekirin: 29 Hezîran 2017
ANKARA
Di Şampiyonaya Tekvandoyê ya Cîhanê kategoriya jinên 53 kîloyî da werzişvana neteweyî Zelîha Agrisê madalyona zêr qezenc kir.
Şampiyona li Koreya Başûr bajarê Mujuyê hat lidarxistin û dewam dike. Piştî Nur Tatar Askariya tekvandokar, Zelîha Agrisê ji Tirkiyeyê ra madalyona zêr a duyemîn da qezenckirin.
Zelîhayê cara ewil di Şampiyonaya Cîhanê da têkoşîn da û her çend di raunda ewil da 5-1 têk çû jî, reqîba xwe 11-8 têk bir û qezenc kir.
Zelîhayê ji bo Olîmpiyatên Tokyoyê ya 2020an ji niha va 120 pûan qezenc kir û avantajeke mezin bi dest xist.