02 Sibat 2016•Rojanekirin: 03 Sibat 2016
KABUL
Federasyona Futbolê ya Efxanistanê daxuyand ku futbolîstê tîma Barcelonayê Lîonel Messî û zarokê efxan Murtazayê ku bi poşetekê ve ji xwe re formeyeke Messî çêkiribû û bi vê formayê ve wêneyek kişandibû wê bên bal hev.
Serokê Federasyona Futbolê ya Efxanistanê Keramuddîn Kerîm daxuyand ku wê di nav 5 rojan de bê eşkerekirin ku ew ê li ku û çawa bên bal hev.
Kerîm got ku Messî û Murtaza wê li derveyî Îspanyayê û Efxanistanê li welatekî din hevdu bibînin û wiha axivî: "Qasî ku em dizanin Messî ji ber ewlehiyê wê neyê Exfanistanê. Lê heke ku bixwaze bê hikûmeta Efxanistanê wê li vir wî biparêze. Şirketeke telekomunîkasyonê ya Efxanistanê wê mesrefên Murtaza bide ku ew here û bê. Messî jî soz da ku wê alîkariyê bide Murtaza."
Zarokê efxan yê bi navê Murtaza (5) hefteyek berê poşeteke ku li ser Messî û 10 nivîsandî li xwe kiribû. Hinekan wêneyê wî kişandibûn ev wêne û li ser medyaya civakî belav kiribûn. Piştî vê xebat hatibûn destpêkirin ku Messî û Murtaza hevdu nas bikin.
Murtaza li Caguriya navçeya Gazniyê ya Efxanistanê dijî. Piştî ku bi vî wêneyî ve navdar bû ew û bavê xwe bi hev re çûbûn paytext Kabulê û li wir bi rayedarên efxan re hatibûn bal hev.