Haydar Şahin
25 Mijdar 2017•Rojanekirin: 26 Mijdar 2017
KONYA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag der barê êrîşa li ser mizgefta li Misrê da got, "Tirkiye ji ber vê êrîşê li cem gelê Misrê û dewleta Misrê ye. Wekî hetanî îro ji îro şûnda jî di têkoşîna dijî terorê da bêyî 'şert û merc' ji bo hevkariyê amade ye."
Bozdag di merasima vekirina Mizgefta Zelîha Akpinarê ya li Kuliyeya Koycegizê ya Zanîngeha Necmettîn Erbakan da got ku ew ê li Qonyayê temelê berhemeke girîng biavêjin.
Bodag diyar kir ku mizgeft û avahiya Fakulteya Îlahiyatê ew ê bi destê xwedîxêrxwazekî were çêkirin û ji karsazê ku li ser navê jina xwe vê xêrê dike ra sipas kir.
Bozdag bal kişand ku di dinê îslamê da mizgeft zehf girîng in, di rêya Xwedê Teala da çi were xerckirin li dinyayê û axîretê berdêla wê heye.
Berdevkê Hikûmetê Bozdag destnîşan kir ku kesên xêncî Xwedê ji tu kesî natirsin, nimêja xwe dikin, zikatê didin û bi Xwedê û axiretê baweriya xwe tînin van mizgeftan çêdikin, li çar aliyên Tirkiyeyê bi vê nêrînê va bi salan e mizgeft û minare li ser piya ne.
Bozdag got li ciyên ku lê mizgeft hene li gor tewhîda hîmê dîn tiştên ku lazim dikin tên kirin û wiha pê da çû:
- Êrîşên li ser mizgeftan
"Mescid nîşan didin ku herêm diyarê îslamê ye, li herêmê misliman dijîn û mescid serxwebûnê nîşan didin. Kesên ku ji mizgeft û mescidan ra dijmintahiyê dikin bi rastî ji Xwedê û Pêxemberan ra dijminatiyê dikin. Em dibînin ku li çar aliyên dinyayê komên terorîst li dijî malên Xwedê êrîşan dikin. Li Exanistanê mizgeftan bombe dikin. Malên Xwedê tên xilweşandin, gelek însan tên kuştin. Me li Iraqê jî ev dît, li Sûriyeyê jî. Do jî li Misrê me dît."
Bozdag der barê êrîşa li ser mizgefta li Misrê da got, "Tirkiye ji ber vê êrîşê li cem gelê Misrê û dewleta Misrê ye. Wekî hetanî îro ji îro şûnda jî di têkoşîna dijî terorê da bêyî 'şert û merc' ji bo hevkariyê amade ye."
- Hefteya Mewlûda Nebî
Bekîr Bozdag ji bo Hefteya Mewlûda Nebî jî wiha pê da çû: "Li gor biryara ku Serokatiya Karûbarên Diyanetê da hefteya ku Pêxemberê me tê da hatiye dinyayê wek 'Hefteya Mewlûda Nebî' hat binavkirin, ne li gor teqwîma Mîladî wê li gor teqwîma Hicrî were pîrozkirin. Di hefteya pêşiya me da guherîna rêziknameyê wê were weşandin û ji sala 2018an pê va jî li gor teqwîma Hicrî hefteya ku Pêxemberê me tê da hatiye dinyayê ew ê were pîrozkirin û navê pîrozbahiyan jî "Hefteya Mewlûda Nebî" ye.