Ekip
25 Mijdar 2017•Rojanekirin: 25 Mijdar 2017
BALİKESÎR
Serokomar Erdogan destnîşan kir do li Misrê di nimêja înê da DEAŞa rêxistina terorê qetlîam kir û wiha got: "Em çawa ji wan ra dikarin bibêjin misilman. Ev kujer in û eleqeya wan bi Îslamê tuneye."
"Bi destê rêxistineke terorê û bi hinceta vê rêxistinê bajarên me yên qedîm ên şaristaniya me dixin xirabe ji bo ku pêşî li vê bibirin û xuna mislimanan a ku dirije bidin sekinandin çi ji destê me tê deynê histûyê me ye ku em bikin."
"Civîna li Soçiyê hat kirin di encama hewldanên ji bona li Sûriyeyê rê li ber trajediya însanî bê girtin û di nav şert û mercên adil da pêşeroja herêmê bê avakirin da derket holê."
"Dibe ku hin kes li nav çavê me mêze bikin û ji me bixwazin ku dema li 911 kîlomêtre sînorê Sûriyeyê û 350 kîlomêtre sînorê Iraqê korîdora terorê tê avakirin em li aliyekî bisekinin û dengê xwe dernexin. Xwestina wan girîng nîne, ya girîng xwestina welat û gelê me ye."
"Haya me jê heye ku dixwazin bi êrîşên piralî me li dervayî qadê bihêlin. Bila ew hesabê xwe bikin. Em bi biryar in ku bi alîkariya gelê xwe, hêza artêşa xwe û pêbaweriya welatê xwe vê lîstikê li gor xêra xwe û xwîşk û birayên xwe bimeşînin."
"Her êrîşa li dijî yekîtî, bihevrabûn û biratiya Tirkiyeyê, her soza dixwaze vê xirab bike, hezkî ji hundir be hezkî ji derva be, hedefa her gavê ew e ku li me bixe. Ha li nava welatê me bombeya atomê hatiye teqandin ha jî fitneya di nav yekîtî û bihevrabûna miletê me da hatiye sazkirin, heman tişt in. Li ber çavê me cudahiya herduyan tune."
"Bila tu kes fikra li ser vê axê meşandina operasyonê di aqlê xwe da derbas neke. Wê çaxê em ê li Tendûrekê bibin F16, li Cûdiyê bibin F16, li Bestler-Derelerê bibin F16 û wek bombeyan bi ser wan da bibarin."
"Tirkiye li cem xuşk û birayên yê gelê Misrê ye, êşa wan êşa me ye."