Haydar Şahin
11 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2017
ÎZMÎR
Di rafîneriya Tupraşê ya li Îzmirê da teqîn çêbû û di teqînê da 4 mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Îro destê sibê li rafîneriya Tupraşê ya li Îzmirê teqîn çêbû.
Gelek ekîbên agirkujiyê û AFADê û ambûlans sewqî herêmê kirin.
Hat ragihandin ku ekîb li herêma ewledar tên skinandin.
Qaymeqamê Alîagayê Bayram Yilmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku tankeke naftayê ya ku ev demeke dirêj e nayê xebitandin di dema kontrolên dawîn da teqiya.
Yilmaz got, "Di qazana ku kontrolên wê dihatin kirin da gaz hebûye û teqiyaye. Di bûyerê da 4 kes mirin û 2 kes jî birîndar ketin. Ev qezaya kar e, di bûyerê da midaxeleya ji derva an jî êriş tune."