Elif Orhan
11 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku eskerên Tirkiyê wek şervan ne, wek hîndekar li Mûsilê ne û got ku "Rewşeke wekî paşvekişana wan tune."
Erdogan der barê pirsa hebûna leşkerên Tirkiyê yên li Mûsilê û Rûsya vê mijarê bir Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de wiha axivî: "Di mijara Mûsilê de wekî ku hûn dizanin çûna leşkerên Tirkiyeyê di rastiya xwe de hereketeke ku di sala 2002yan de çêbûye û piştî vê hereketê jî di sala 2014an de birêvebiriya navendî Heyder Ebadî di ziyareta xwe ya Tirkiyeyê de ji me di mijara perwerdeyê de daxwazên wî çêbûn, hem leşker hem jî wek polês."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Konseya Serokomariyê ya Bosna Hersekê Dragan Çovîç û Endamê Konseyê Bakîr Îzzetbegovîçê ku li Tirkiyeyê ziyareta fermî dikin re civîna çapemeniyê ya hevpar kir û di civînê de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Erdogan destnîşan kir leşkerên ku ji Tirkiyeyê çûn wek şervan neçûn, wek hîndekar çûn Mûsilê û wiha axivî: "Niha wir, karê ku hem li Başîkayê hem jî li cihên kampên din dikin perwerde ye. Tabî jimara van leşkerên me yên ku vê perwerdeyê didin li gor jimar û mîqdara pêşmergeyan tê zêdekirin an jî kêmkirin. Rewşeke wekî paşvekişandina van ji bo niha tune."
Erdogan da zanîn ku Tirkiye, Amerîka û Herêma Kurdistanê dê di 21ê kanûna pêşîn de civîneke sêalî çêkin û di vê civînê de dê li ser mijarên herêmî giştî bisekinin.