Abdullah Tel
27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2017
DIYARBAKIR
Waliyê Diyarbekir Hasan Basrî Guzeloglu çû ser înşeata Bendava Silîvanê ya hêj dewam dike û li kar û xebatan mêze kir.
Walî Guzeloglu li wir daxuyanî da û diyar kir ku projeya Bendava Silîvanê ji projeyên GAPê yeke û girîng e.
Di berdewamiya axaftina xwe da Guzeloglu destnîşan kir ku ji bo "pêşveçûna herêmê" ew projeyeke muhîm e û wiha pê da çû: "Bi vê projeyê wê 235 hezar hektar zevî bê avdan û ji bo 300 hezar kesî jî wê bibe deriyê debarê û salê bi qasî 1,2 milyar lîre jî wê bi kêrî aboriya welêt bê. Diyarbekir bi saya vê perojeyê bi tenê ne li Tirkiyeyê wê li dinyayê jî bibe yek ji deverên çandinî lê tê kirin û wê bibe navend."