Önder Beyter
27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2017
RIYAD
Di hevdîtina Serokwezîr Bînalî Yildirim a digel Melikê Erebistana Siûdiyê Selman Bin Ebdulezîz da peywediyên dualî hatin gotûbêjkirin û girîngiya têkiliyên ligel Kendava ku pê ra rabitayên dîrokî, dînî û beşerî hene û herwiha Erebistana Siûdiyê ya ku welatekî girîng ê Rojhilata Navîn e hat îfadekirin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Serokwezîriyê hat wergirtin, di rûniştina Serokwezîr Yildirim a ligel Melik Selman da girîngiya statuya Qudsê, ji bo parastina mafên rewa yên filistîniyan girîngiya yekîtî û desthevgirtina alema îslamê hatin îfadekirin û herwiha bal hat kişandin, biryara ku li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hat wergirtin, ji bo civata navneteweyî peyameke pir bihêz e.
Di rûniştina ku mijarên herêmî jî hatin gotûbêjkirin da di warê geşedan û kêşeyên li herêmê da jî aliyan nêrînên xwe anîn ziman. Ji xeynî vê di hevdîtinê da peywediyên dualî hatin gotûbêjkirin û girîngiya têkiliyên ligel Kendava ku pê ra rabitayên dîrokî, dînî û beşerî hene û herwiha Erebistana Siûdiyê ya ku welatekî girîng ê Rojhilata Navîn e hat îfadekirin.
Melik Selman jî diyar kir ku ew ji ber seredana Serokwezîr Yildirim pir kêfxweş bû. Melik Selman herwisa bal kişand ku Erebistana Siûdî îstişare û hevkariya xwe ya ligel Tirkiyeyê dewam dike ku ev yek ji bo wan girîng e.