Fatih Gazioğlu
27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2017
MARDÎN
Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) bû.
Walî Yaman der heqê dengdayina wêneyên salê ya AAyê de agahî hildan û li wêneyên di kategoriyên nûçe, jiyan û sporê de nihêrî.
Di kategoriya nûçeyan de deng da wêneyê Wîsam Hashlamoun a bi navê "Zarokê 16 salî yê sembola berxwedanê", di kategoriya jiyanê de deng da wêneya Ozkan Bîlgîn a bi navê "Nivêja Eskeran a Eydê" di kategoriya sporê de deng da wêneyê Abdullah Coşkun a bi navê " Kêfxweşiya Tirkiyeyê."
Walî Yaman daxuyaniyek da û got ku hemû wêne AAyê gelek baş hatine kişandin û birastî wî di tercîhan de zehmetî kişand.