Sevim Hatun
27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2017
TRABZON
Her sal gelek tûrîst herêma ku bi tebîet û dîmenên xweş bala wan dikişîne ziyaret dikin.
Herêma ku reqima wê 90 metre ye piştî barîna berfê kete dirûvekî xweşiktir. Wênekêş bo girtina dîmen û wêneyên ciwan her demsal diçin herêmê.
Li herêmê piştî ku terasa darîn a ji bo temaşekirina tebîetê hat çêkirin, jimara tûrîstên di demsala zivistanê de diçûn herêmê zêde bû.
Parlamentera AK Partiyê ya Trabzonê Ayşe Sula Koseogluya ku li herêmê lêkolîn kir ji nûçegihanê AAyê re wiha daxuyand:
"Herêm ne tenê di demsala havînê de di demsala zivistanê de jî balê dikişîne. Bi saya temamkirina projeyê hejmara tûrîstên herêmê ziyaret dikin zêde bû. Armanca me ew e ku em ji bo tûrîstên Trabzonê ziyaret dikin alternatîfan çêkin da ku li herêmê maweya mayinê ya tûrîstan dirêjtir bibe."