03 Mijdar 2015•Rojanekirin: 04 Mijdar 2015
ŞANLIURFA
Serokê Îdareya Pêşveçûna Herêma GAPê Sedrettîn Karahocagîl diyar kir ku di sala 2019yan de li herêmê ji milyonek hektarî zêdetir erd wê bê avdan û wiha dewam kir: "Emê binesaziya avdanê ya li herêmê li gor dinyayê bînin asteke gelekî baş."
Karahocagîl daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku GAP di nav projeyên pêşveçûnê yên li çar aliyê dinyayê tên sepandin de di nav yên sereke de cih digire, lewra bi seya veberhênanên wê li herêmê gelek xebat tên kirin.
Serokê Îdareya Pêşveçûna Herêma GAPê Karahocagîl destnîşan kir ku di nav projeya GAPê de hîmên sereke avdana erd û zeviyan e û wiha dewam kir: "Li herêmê niha bi qasî 440 hektar erd tê avdan û ji bo avdana milyonek hektarî jî xebatên pir cidî tên kirin. Niha coya serekeya ku ji 900 kîlometreyî pêk tê hat çêkirin û ji bilî wê lîçên ku wê av lê kom bibe û depoyên sereke jî hatin çêkirin. Înşaetên ku ji bo 170 hezar hektar erd bê avdan jî li wan deran didomin. Bi îzna Xwedê di sala 2019yan de emê li herêmê ji milyonek hektarî zêdetir erd av bidin û binesaziya avdanê ya herêmê derxin ser standardên ku li hin derên dinyayê hene. Bi vê avdanê ve emê herêmê ji bo dinya û herêmên derdora wê bikin navenda xurek û avdanê."
Karahocagîl der heqê Projeya Sîlwanê de jî got ku ew projeyeke gelekî mezin e û xebatên ji bo qedandina bênavber didomin.