ŞANLIÛRFA
32 şofêrên Tirk ên ku li Mûsila bajarê Iraqê ji aliyê DÎŞIyê ve 23 roj hatin desteserkirin, serbest hatin berdan û bi firokeyeke taybet a Rêhewayên Tirk ve ji Hewlêrê hatin Şanliûrfayê.
Şofêrên ku hatin Firokegeha GAPê gelekî şa bûn û eqrebayên xwe hembêzkirin.
Waliyê Şanliûrfayê Îzzettîn Kuçuk, Şaredarê Bajarê Mezin Celalettîn Guvenç û Midûrê Ewlekariya Bajêr Farûk Pinarbaşi jî di nava koma ku pêşwaziya şofêran kirin de bûn.
Şofêr Wehbî Demîr di daxuyaniya xwe ya ku da peyamneran de destnîşan kir ji ber ku gihîşte malbata xwe gelekî kêfxweş e.
Demîr spasiya rayedarên dewletê yên ku ji bo xelaskirina wan xebitîn kir û got ku kelecaneke mezin pê girt û ji bo xeberdanê gotinekî nabîne.