24 Mijdar 2015•Rojanekirin: 26 Mijdar 2015
ŞANLIURFA
Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ya ku niha di hilberîna zeytûnan de di rêza 4an de cih digire bi saya projeyên berbelavkirinê yên GAPê ve wê bibe navenda zeytûnê.
Fakulteya Zireatê ya Zanîngeha Heranê, Îdareya Pêşvebirina Herêma GAPê (BKÎ) û Ajansa Pêşvebirinê ya Qerejdaxê niha ji bo berbelavkirina zeytûnê ya li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê dixebitin û dixwazin ku herêm bibe "paytextê zeytûnê".
Di çarçoveya projeyên bi sernavê "Li herêma Gapê Pêşvebirina Derfetên Zêdekirina Cûreyên Zeytûnên Herêmî", "Avakirina Tesîsa Zeydê", "Li Rihayê Zeytûnê Organîk Datînim û bi Sihhet Dijîm" ve tê xwestin ku hilberîna zeytûnê li herêmê zêde bibe.
Li Tirkiyeyê di nav hilberînên çandinî de ya ku herî zêde difiroşin derveyê welêt yek jî zeytûne û ji sedî 9 zeytûnên Tirkiyeyê jî li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê tê peydakirin. Li herêmê nêzî 15 milyon darên zeytûnê hene û salê ji 65 hezar kîloyî zêdetir zeytûn tê çinîn. Di nav bajarên herêmê de bi tenê li Rihayê salê ji 6 hezar kîloyî zêdetir zeytûn tê berhevkirin.
Alîkara Dekanê Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Heranê Alk. Doç. Dr. Ebrû Sakarê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo li herêmê hilberîna zeytûnê zêde bibe ew di mijara çikandina axên zeytûnê, dermankirinê, aşiyê û hilberîn û gelekên din de semîneran didin cotkaran.
Sakarê ragihand di encama lêkolînên ku li Adiyaman, Mêrdîn, Riha û Şirnexê birêvebirin de 17 cure zeytûnên xwarinê û 17 cûre jî zeytûnên bo zeydê tespît kirin.
Alîkara Dekanê Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Heranê Sakarê destnîşan kir ku xebatên li herêmê ji bo adaptasyon û hilberîna zeytûnê tên kirin wê bidomin û wiha dewam kir: "Zeytûnên me yên herêmî li herêmê xwediyê potansiyeleke ne û ji bo berbalavkirina wan û hatina wan zêde bibe emê nirxandinên xwe bidomînin. Em di mijara çikandin, çinandin û xwedikirina zeytûnê de perwerdehiyê didin cotkaran."
Sakarê got ku li GAPê di hilberîna zeytûnê de potansiyeleke zêde heye.