29 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2016
NÎNOVA
Hat ragihandin ku li Iraqê li rojavayê başûrê Mûsilê di êrîşeke xwekujiyê da ku bi wesayîteke bombebarkirî va çêbû 4 endamên Seraya Eşûre (Tûgayên Eşûreyê) ku ji hêza milîsên şîe Heşdî Şabî ye, hatin kuştin.
Serpel Faysal Yasîn ku li fermandariya operasyonên Nînovayê peywirdar e daxuyanî da peyamnerê AAyê û destnîşan kir ku li rojavayê başûrê Mûsilê li gundê Muşeyrîfeyê di êrîşeke xwekujiyê da ku bi wesayîteke bombeberkirî va çêbû 4 endamên Seraya Eşûre ku bi ser Heşdî Şabî ye hatin kuştin.
Yasîn diyar kir ku êrîş li gundê Muşeyrîfeyê yê navçeya Hadarê ku artêşa Iraqê û Heşdî Şabiyê gund kontrol kirin û paqijî dikirin, qewimî.
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî di 17ê Cotmehê da daxuyandibû ku operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê kir.