Haydar Şahin
30 Mijdar 2018•Rojanekirin: 30 Mijdar 2018
YALOVA
Waliyê Yalovayê Muammer Erol diyar kir ku di erdheja li bajêr çêbû da tiştek bi tu kesî nehat û zirarek çênebû.

Walî Erol di daxuyaniya nivîskî da wiha got: "Di saet 05.36an da di navbera Çinarcik û Esenkoyê da erd bi lerza 4,1ê hejiya, hetanî vê gavê xebereke li ser can û mal negihîşt ber destê navenda banga acil, yekeyên ewlekarî û cendirmeyên me."