Türkan Tosun
25 Îlon 2018•Rojanekirin: 26 Îlon 2018
MÛŞ
Li Mûşê 40 keçikên di zanîngehê da perwerdeyê dibînin yên ji bajarên cuda ên Tirkiyeyê û 8 welatên din hatin Mûşê li ser Çemê Mûradê kanoyê siwar bûn û raftîng kirin.
Bi serokatiya Midûriya Giştî ya Kordînasyona Projeyê ya Wezareta Ciwanî û Werzişê projeyeke bi navê "Projeya Dilopê" hat lidarxistin.
Di vê projeya ku Kluba Werzişên Avê ya Mûşê jî piştgirî dayê da xwendekarên zanîngehê ji ber kano û raftîngê kelecanî bûn û dema xwe xweş derbas kirin.
Nunerê Bajêr ê Kano û Raftîngê û Serokê Kluba Werzişên Avê ya Mûşê Şahîn Şahîn daxuyand klub her tim çalakiyên bi vî rengî amade dike û wiha axivî: "Piştî operasyonên serkeftî li herêma me aramî çêbû. Mêvanên ku tên bajarê me li cihekî biaram û dîrokî li bajarê Siltan Alparslan Mûşê raftîngê dikin û kanoyê sîwar dibin."
Ayla Abdulkadira ji Sudanê e û li Zanîngeha Necmettîn Erbakanê xwendekar e got ew li Mûşê beşdarî vê çalakiyê bûye, bi zarokan ra dema xwe xweş derbas kiriye.
Abdulkadir wiha axivî: "Cara ewil min li vir raftîng kir, ez pir şa bûm."
Yeter Înança xwendekara zanîngehê ye jî got ew kêfxweş e ku derfetek wiha çêbûye ku ew raftîngê bike û kanoyê sîwar bibe.
Elîf Nurê jî got ew cara ewil e hatiye Mûşê û wiha dewam kir: "Ez ji Boluyê hatim. Li Behra Reş jî raftîng tê kirin, lê qet derfeta min çênebûbû ku ez beşdar bibim. Li vir derfeta min çêbû ku ez raftîngê bikim."