Önder Beyter
20 Mijdar 2017•Rojanekirin: 22 Mijdar 2017
MUŞ
Bi destê Zanîngeha Mûş Alparslan (ZMA) û Projeya Rojhilatê Anadoluyê (PRA) "Şahiya Zanistê ya Seferberiya Naskirin û Fêmkirina Zarokan" hat lidarxistin.
Çalakiya li Navenda Çand û Kongreyê ya ZMAyê bi xwendina Sirûda Neteweyî va dest pê kir.
Kordînatora Projeyê û Endama Hîndekariyê ya Şaxa Makezanista Perwerdeya Pêşdibistanê ya Fakulteya Perwerdeyê ya ZMAyê Alk. Doç. Dr. Esra Demîrê di axaftina xwe da destnîşan kir ku kordînatoriya projeyê spartin wê ku ev yek ji bo wê serbilindiyeke mezin e.
Demîrê diyar kir, armanca wan ew e ku Mûşê bikin bajarekî wisa da ku ji zarokan hez bikin, nas bikin û pê bihisin ka taybetiyên wan çi ne û wiha pê da çû:
"Îro Roja Mafên Zarokan a Cihanî ye. Mijara me jî zarok û mafên wan in. Çalakiya me wê heya êvarê bi konferas, panel û konseran bidome. Em ji ber xaîleya jiyanê ji zarokên xwe dûr dikevin. Ji ber hindê armanca me ew e ku dê û bav der heqê zarokên xwe da şareza bibin."
Xwendekarên zanîngehê, welî û zarok beşdarî çalakiya ku bi konserê dewam kir, bûn.