23 Adar 2017•Rojanekirin: 23 Adar 2017
ANKARA
Sererkaniyê diyar kir ku do êvarê li Çuxurcaya navçeya Hekariyê di êrîşa terorê da leşkerek şehît ket û 4 leşker jî birîndar ketin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat destnîşankirin ku endamên rêxistina terorê di saet 21.15an da êrîşî Herêma Baregeha Gerîktepeyê ya li Çuxurcaya navçeya Hekariyê kirin, di êrîşê da leşkerek şehît ket û 4 leşker jî birîndar ketin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Rihma Xwedê li vî şehîtê me be, serê malbata wî sax be, Xwedê sebrê bide eqrebe, endamên Hêzên Çekdar ên Tirkan û gelê tirk, Xwedê şifayê bide birîndarên qehreman."