23 Adar 2017•Rojanekirin: 23 Adar 2017
HAKKARÎ
Li Çûkûrcaya navçeya Hekariyê terorîstên PKKyî xwestin desbasî baregeha leşkerî bibin lê leşker bi wan hesiyan, li ser vê jî terorîstên PKKyî bi roketan êrîş kirin. Di bûyerê da leşkerek şehîd ket, 4 leşker jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan terorîstên ku xwestin derbasî baregeha leşkerî ya Gerkî Tepeyê bibin ji aliyê leşkeran ve hatin dîtîn, li ser vê terorîstan bi roketê êrîş kirin. Di şer de leşkerek şehîd ket, 4 leşker jî birîndar bûn. Piştî bûyerê li herêmê operasyon dan destpêkirin.