Sûriyeyî hê jî ji ber şerê navxweyî ye ku li welatê wan didome, direvin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, di van rojên dawiyê de li nezîkî sînorê Tirkiyeyê şerê di navbera mixalif û hêzên rejimê de zêde bûn.
Ji ber ku şerê di navbera mixalif û hêzên ewlekariyê de zêde bûn welatiyên ku li gund û bajarokên Îdlibê dijîn cî û warên xwe terk dikin.
Hin sûriyeyî peyatî hin sûriyeyê bi erebeyan ve ji herêmê direvin û tên Cîlvegoziya deriyê sînor a li Reyhanliyê, piştî kontrolên pasaportê derbasî Tirkiyeyê dibin.
Hat dîtin ku di vê meha daviyê de ji 40 hezarî zêdetir kes ji Cîlvegoza deriyê sînor derbasî Tirkiyeyê bûn. Ji ber ku di van rojan de qerebalixî zêde bû li dorberê Cîlvegoza deriyê sînor tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.