23 Adar 2017•Rojanekirin: 23 Adar 2017
ANKARA
Di çarçoveya lêpirsîna li ser rêxistinîbûna li ASELSANê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da 75 kes hatin binçavkirin û jê 44 kes hatin girtin.
Ekîbên Midûriya Şaxa Darayî ya Midûriya Emniyeta Enqereyê 75 gumanbar binçav kirin. Di nav wan da kesên ku berê ji wezîfeya wan a li ASELSANê hatibûn dûrxistin jî hene. Gumanbar piştî kar û barên li emniyetê sewqî edliyeyê kirin.
Dozger ji 75 kesên ku îfade danê kesek berda, 74 ji bo girtinê sewqî dadgehê kir.
Dadgeriyên Cezayê Sulhê yên Nobedar piştî îfadeya 74 gumanbaran, biryara girtina 44 gumanbaran da û şand Girtîgeha Sîncanê. 30 gumanbarên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.