Abdullah Tel
24 Hezîran 2017•Rojanekirin: 25 Hezîran 2017
HAKKARÎ
Li Hekariyê piştî operasyonên hêzên ewlehiyê bûyerên terorê kêm bûn û welatî jî meha remezanê bi dilekî rihet derbas dikin.
Şaredariya Hekariyê ya lê wezîfedarkirin bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê da (BHQ) hat kirin di vê remezanê da ji bo şêniyên bajêr gelek şahî organîze kir.
Organîzeya dawîn a meha remezanê ya îsal jî li bexçeyê avahiya walîtiyê ya berê da hat kirin û gelek welatî ji bo temaşeyê hatin.
Di şahiya qelebalix da dîmenên xweşik û rengîn derketin holê, stranên bi kurdî û tirkî hatin gotin û milet govend girt.
Wekîlê Şaredarê Hekariyê Cuneyt Epçîm di axaftina xwe da diyar kir ku li bajêr bi destê şaredariyê cara ewil di remezana îsal da şahî hat kirin û wiha pê da çû: "Em him bi xebatên ji bo binesaziyê û him jî bi hewl û xebatên xwe yên di qada çand û hunerê da dixwazin ku wek bajêr miemele bê kirin. Me bi taybetî ji bo zarokan bernameyên remezanê amade kir."
Epçîm ragihand ku di amadekirina şênahiyê da şêniyên bajêr piştgirî dan şaredariyê û ji ber vê jî wî ji beşdarvan, temaşevan û kesên di organîzeyê da xwedî ked ra spas kir.